TRT Worldê Xelatên Alîkariya Mirovî yên Cîtîzenê dan

TRT Worldê Xelatên Alîkariya Mirovî yên Cîtîzenê dan

Merasima xelat dayînê li Stenbolê hat kirin. Xanima Serok Recep Tayyip Erdoğan Emine Erdoğanê jî peyamek şand û diyar kir ku dinya encax bi qenciyê bi serkeve. Midûrê giştî yê TRTê Îbrahîm Eren jî got; TRT ji bo medyaya nû hem avaker e, hem jî saziyeke pêşeng e.

Yên xelat standin bi ked û xebatên xwe ji bo hemû mirovahiyê mînak in. Ew kesên ku ji bo mirovahiyê ked û xîreteke mezin nîşan dan, di merasima trt worldê de hatin xelatkirin.

Xanıma Serokkomar Emîne Erdoğanê jî peyamek şand û diyar kir ku dinya encax bi saya qenciyê bibe cihekî xweş û geş.

Midûrê Giştî yê TRTê İbrahim Eren jî anî ziman ku niha li dinyayê guherîneke mezin pêk tê û wiha dewam kir: "Trt world deriyê TRTê yê dinyayê ye. Zimanekî nû yê medyayê ava dibe. TRT hem avakerê wî zimanî hem jî pêşengê wî zimanî ye."

Di 4 ketagoriyan de xelat hatin dayîn. Xelata Mamosteyê Salê dan doktor sakîne Yakûbiyê. Yakubî ji bo perwerdeya jin û zarokên Afganî dixebite.

Xelata Ragîhandinê yê Salê dan Jerome Jare (jerom jar)yê Fransî. Jare li ser medyaya civakî ji bo Somaliyê bi milyonan dolar alîkarî kom kir.

Xelata Welatiyê Salê dan Muhammed Bîzek. Bizek zarokên bêxwedî û nexweş ji xwe re wek ewlad digre û li wan dinêre.

Xelata Seranserê Jiyanê jî dan Doktor Abdî. Abdî li Somaliyê kilinîkek vekiriye û li wê derê rojê nêzî 500 nexweşan tedawî dike.

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2018, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE