Trump û Mihemed bîn Selman li ser neft û Îranê axivîn

Alîkarê Berdevkê Qesra Spî hogan Gîdley der barê axaftina bi telefonê ya di navbera Trump û Mihemed bîn Selman da daxuyaniyeke nivîskî da.

Trump û Mihemed bîn Selman li ser neft û Îranê axivîn

Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman ra bi telefonê axivî û di axaftinê da li ser rola Erebistana Siûdî ya di piyaseyên neftê yên navneteweyî û mijara Îranê sekinî.

Alîkarê Berdevkê Qesra Spî hogan Gîdley der barê axaftina bi telefonê ya di navbera Trump û Mihemed bîn Selman da daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Herdu serok li Rojhilata Navîn û di piyaseyên neftê yên navneteweyî da pêkanîna îstiqrarê da li ser rola krîtîk a Erebistana Siûdî sekinîn. Herdu serok herwiha li ser tehdîdên ku ji ber tevgerên rejima Îranê yên ku rageşiyê zêde dikin jî axivîn."

Birêvebiriya Amerîkayê ji ber piştgiriya ku di pêvajoya di 2yê cotmeha 2018an da li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi da piştgirî dabû Mihemed bîn Selman hatibû rexnekirin.

Kongreya Amerîkayê herwiha pêşnûmaya qanûnê ya pêş didît ku birêvebiriya Trump piştgiriya eskerî ya ku li yêmenê di şerê berdewam da dide Riyadê bibire hebû derbas kiribû lê Trump pêşnûma veto kiribû.AA

Dîroka nûkirinê: 23 Hezîran 2019, 14:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE