Par di van wextan de bi hezaran turîst li Midyada Mêrdînê digeriyan. Lê îsal ji ber vîrûsa koronayê rewşa turîzma navçeyê gelek xerab e. Esnafên bajêr, li bendê ne ku şewb xelas bibe û sezona turîzmê dîsa vebe.
Bi kuçe, sûk, dêr, xanî û mizgeftên xwe yên dîrokî…
Cih û warên bi hezaran turîstî…
Par di van wextan de, him ji welêt him ji derwelêt, bi hezaran turîst dihatin navçeyê û li kuçeyên dîrokî digeriyan.
Lê îsal ji ber vîrûsa koronayê turîzma navçeyê serobino bûye.
Him esnaf, him jî welatî li bendê ne ku şewba koronayê xelas bibe û dîsa turîst werin navçeyê.