Di tsk’ê de têkoşîna li dijî endamên rêxistina terorî fetö’yê dewam dike. ji rakirina ohal’ê û vir ve, 2 hezar û 49 endamên fetö’yê ji tsk’ê hatin îxrackirin. rûtbeyên 176 leşkerên teqawîd jî hatin betalkirin.
Hêzên Çekadar ên Tirkiyeyê, li ser fermana Wezareta Parastinê ji endamên FETÖ’yê tê paqijkirin.
Di vê çarçoveyê de ji Fermandariya Hêzên Bejayê hezar û 122, ji Fermandariya Hêzên Behrê 432 û ji Fermandariya Hêzên Asîmanî jî 495 personel hatin îxrackirin.
Bi vî awayî, piştî bidawîbûna OHAL’ê û vir ve ji TSK’ê 2 hezar û 49 personel hatin îxrackirin.
176 personel jî ji ber ku têkiliya wan bi FETÖ’yê re hebûn, rutbeyên wan ji wan hatin girtin.