"Tu mecrayên dijîtal ji hiqûqê azad nînin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo koçberên bêdestûr got: "Bila herkes vê bizanibe ku Tirkiye xana bavê kesî nîne. Em van hemûyan dipîvin, dibirin û gavên xwe jî li gor wê diavêjin."

"Tu mecrayên dijîtal ji hiqûqê azad nînin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Çankayayê di bernameya hevpar a ku Kanal D-CNN Turkê da pirsên der barê rojevê da hatin kirin, bersivand.

Serokomar Erdogan bal kişand ser koçberên bêdestûr û got: "Bila herkes vê bizanibe ku Tirkiye xana bavê kesî nîne. Em van hemûyan dipîvin, dibirin û gavên xwe jî li gor wê diavêjin."

"Em sînorên xwe bi dîwaran digirin"

Ji Serokomar Erdogan hat pirsîn ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê koçberên Efxan da çi ye? û li ser vê pirsê Erdogan bi bîr xist ku ji Sûriyeyê qasî 4 milyon koçber hatin Tirkiyeyê û di nav wan da jî kesên xwedî kar, zinaet û pîşeyê ne welatîtî hildan û wiha pê da çû: "Lê ji bo Efxanistanê rewş cihê ye. Em niha him li alî deriyê Îranê û him jî li alî Iraqê dîwarên xwe awayekî cidî bilind dikin. Ew dîwarên li wan deran bilind dibin ji bo rê li koçberên bêdestûr ên dikevin welatê me bigire çêdibin. Ev xebat dewam dike. Pir jî nema. Li ser hemû sînorên me ev dîwar tên çêkirin."

Serokomar Erdogan bal kişand ser lehiya ku li rojavayê Behra Reş rabû û hişyarî da welatiyan û got: "Ez dixwazim ku tiştekî bixim bîra welatiyên xwe, heta mecbûrî nebe rêbejan tercîh nekin ji ber ku dibe ku nîşka va hezaz çêbe. "

Di mijara şewatên daristan û xebatên bo temirandinê hatin kirin da jî Serokomar Erdogan agahî da û wiha domand: "Firoke li erdnîgariya me di temirandina şewatê da wesayîta hewayê ya herî girîng e. Di 2002yan da jimara wan 18 bûn me 2021ê da ev jimar derxist 39an lê di vê pêvajoyê da ev reqam gihaşt 60î. Sala pêş me dibe ku em balafira xwe bikirin. Em ê ekîba xwe, fîloya xwe ya agirkujiyê hêzdartir bikin. Daristanên me yên şewitî dê ji nû va bên vejandin. Li van deran dê bi awayekî herî behredar dar bên çandin, dîsa dê bibin daristan. Tirkiye di sala 2015an da di rêza welatên hebûna daristanên xwe zêde dike da di rêza 46em da bû lê di sala 2020î da derket rêza 27emîn."

Ji bo mexdûriyetên ku şewat bû sedem jî Erdogan got ku ew kesî heyrî nahêlin û wiha domand: "TOKÎ di nav mehekê da dê dest bi înşaetan bike. Armanc ew e ku di nav salekê da ev înşaet xilas bibin."

Serokomar Erdogan ji bo Saziya Hewayê ya Tirkan got ku ew sazî malê dewletê nîne û wiha pê da çû: "Saziya Hewayê ya Tirkan saziyeke dewletê nîne. Çawa ku komele û weqfên cuda hebin Saziya Hewayê ya Tirkan jî yek ji van e. Rayedarên Saziya Hewayê ya Tirkan digel ku pêngavên hewce neavêtine, temîra balafirên dixebitin jî nekirine û hema bêje hemû li hêviya xirabûnê hiştine."

Erdogan CHPyê rexne kir û got ku yên Saziya Hewayê ya Tirkan anî merheleya nexebitînê hûn in û yên ku temîra balafiran nekirine birêvebirên berê yên saziyê ne.

"Tu mecrayên dijîtal ji hiqûqê azad nînin"

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bi vebûna Parlementoyê va wê der heqê çapemeniya civakî da xebatek bê kirin û wiha domand: "Ez wisa bawer dikim ku bi vebûna Parlementoyê ra der barê çapemeniya civakî da xebatek bê kirin. Hewl didin ku bi agahî û xeberên ji rastiyê dûr lekeyê li têkoşîna me ya dijî şewatê ya ku sazî û peywirdarên me bi fedakarane dikin bixin. Gelek manîpulasyon hene. Em nikarin destûrê bidin ku xwe li pişt bernavkan veşêrin û bêbextî, heqaretî li mirovan bikin, kufrê li nirxên neteweyî-menewî bikin, bangewaziyên serhildanê bikin. Tu mecrayên dijîtal ji hiqûqê azad nînin."

"Saziyên me yên eleqedar dixebitin"

Serokomar Erdogan der barê rewşa Efxanistanê da got ku ev yek neyê kontrolkirin li Efxanistanê aştî ne mimkun e bi cî bibe û wiha domand: "Ji ber ku heke em van di asta bilind da van kontrol nekin. Heke ev neyên kontrolkirin mimkun nabe ku em aştiya li Efxanistanê jî pêk bînin. Heta bi hin hevdîtinên bi Talibanê ra niha saziyên me yên eleqedar dixebitin. Heta dibe ku ez jî kesê ku wekî serokê wan e qebûl bikim. Piraniya koçberên bêdestûr ên Efxan ên ku tên girtin ji hêla saziyên me yên rayedar va dîsa ji bo Efxanistanê tên dersînorkirin. Bila herkes vê bizanibe ku Tirkiye xana li ser rê nîne. Em van hemûyan dipîvin, didin pêş çav û pêngavên xwe li gor wê diavêjin. Wekî ku hin kes ji ser çapemeniya civakî mezin dikin ji sînorên me herikîna koça bêdestûr tune."

"Em dixwazin ku temamiya civaka me bê aşîkirin"

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ji bo şewba Kovîd-19ê ya ku li çar aliyê dinyayê bi tesîre û Tirkiye jî li hember têdikoşe da got: "Em dixwazin ku temamiya civaka me bê aşîkirin. Me li gor vê derfet seferber kirin. Encamên xebatên aşiya TURKOVACê heta niha gelekî baş in. Îhtimaleke mezin berî sal biqede em ê mizgîniyê hildin."

Ji bo perwerdeya rû bi rû da jî Serokomar destnîşan kir ku ew mijar wê di civîna kabîneyê ya 16ê tebaxê roja duşemê bê kirin da wê bê nirxandin.

Di mijara xebatên ji bo destûra bingehîn da jî Erdogan got: "Dixwazim ku vê amadehiya xwe teqdîmê Devlet Beg bikin û vê xebata xwe bigihînin asteke gelekî xweşiktir. Em li bendê ne ku partiyên mixalefetê jî demildest metnên destûra bingehîn ên berbiçav bidin ber gelê me."

Rewşa aboriyê

Serokomar Erdogan li ser rewşa aboriyê jî axivî û got: "Asta ji sedî 7 a ku me îsal di çaryeka ewil da bi dest xist nîşaneya wê yekê ye ku dê em salê di asteke baş da bigirin. Reqamên bêkariyê biqasî 2-2,5 puan ket. Ev jî çi nîşan dide? Tirkiye di bêkariyê da jî niha ber bi îstiqameteke baş va diçe."

Ji bo lihevkirina ser peymana karkerên kamuyê jî Erdogan got: "Hêvî dikim ji bo karkerên me bi xêr be. Mehaneya herî kêm derket 4 hezar û 100 lireyî. Karkerên mehaneyê herî kêm distînin 1.217 TL hat zêdekirin."

Di mijara daxistina puanê bendê ya YKSê da jî Serokomar Erdogan got ku ev yek ji bo ciwanan firsend e û wiha domand: "Ez wisa bawer dikim ku ev pêngav dê ji bo dahatûya ciwanên me bibe firsendeke girîng."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE