"tu êrîşeke ku li hemberî pîşesaziya parastinê tê kirin mesûm nîne"

Serok Erdoğan di civîna serokbajaran ya AK Partiyê de axivî.

"tu êrîşeke ku li hemberî pîşesaziya parastinê tê kirin mesûm nîne"

Serokomarê Turkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Tu êrîşeke li hemberî pîşesaziya parastinê tê kirin mesûm nîne. Li pişt her êrîşên hemberî projeyên me tên kirin bêbextî û niyeteke xirab heye."

Erdogan ji Ofîsa Dolmabahçeyê bi weşana zindî beşdarî Civîna Serokên Bajaran ya Berfireh ya AK Partiyê bû.

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan diyar kir hewl didin ku teşkîlateke nû ava bikin ku partiya wan ji bona hilbijartinên di 2023yan da amade be.

Erdogan got ku pêwîstî bi exlaqekî civakî heye ku çi dikin bira bikin divê bi rûmet bê kirin.

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan diyar kir heta niha kongreyên xwe yên 19 bajaran temam kirine û wiha axivî: "Ma kongreyên me yên 62 bajaran. Înşallah çawa ku şert û merc çêbibin di fersenda ewil da û bi bernameyeke zû em ê kongreyên li bajaran temam bikin."

Erdogan destnîşan kir tu êrîşeke li hemberî pîşesaziya parastinê tê kirin mesûm nîne û wiha got: "Li pişt her êrîşên hemberî projeyên me tên kirin bêbextî û niyeteke xirab heye. Hemû kesên ku êrîşî SÎHA, ÎHA, tank, top, moşek û motorên me dikin bi zanatî yan jî nezanî perjewendiyên neyarên Turkiyeyê û şirketên çekan yên kurewî diparêzin."

Serokomar Erdogan diyar kir êrîşên li hemberî pîşesaziya wan ya parastinê di heman demê xebatên lobiyê yên wan dewlet û şirketan in ku bi salan li gorî kêfa dilê xwe berhemên xwe bi bihayên xwestine firotine wan û ev vê jî nîşan dide.

Erdogan got kesên ku gava hilberîner Amerîkayî, Îngiliz û Fransî be dengê xwe dernaxin, lê gava Qeterî bin bi bêbextî êrîş dikin, ev nîşaneya faşîzmê ye ku di rihê wan da bi cî bûye.

Serokomar Erdogan destnîşan kir deriyê wan ji hemû veberhêneran ra heta dawiyê vekiriye û wê vekirî jî bimîne.

Erdogan diyar kir ji ber ku partiya duyemîn ya mezin ya Turkiyeyê bûye navenda îdiayên wiha yên rûreşiyê, şerm dikin û wiha peyivî: "Gava mesele tê ser gotinê dibin parêzvanên mafên jinan û ji kesên ku derdikevin ber wan ra dibêjin tacîzê dikin, dizek û tecawizkar, lê hewl didin ku kirêtiyên di nav partiya xwe veşêrin."

Serokomar Erdogan got ji ber ku we teşkîlat û şaredariyên xwe ji PKKyê bigire heya FETOyê bi endamên curbecur yên rêxistinên terorê tijî kiriye hûn ê hesabê vê bidin û wiha dewam kir: "Hûn ê hesabê her tecawizên xwe bidin. Hûn ê hesabê hemû tacîzên xwe bidin. Hûn ê hesabê hemû diziyên xwe bidin."

Erdogan destnîşan kir him Amerîka û him jî Yekîtiya Ewropayê bi herdu aliyan ra jî têkiliyên wan yên gelek dûr û dirêj yên siyasî û aborî hene û herdu alî jî wê qet naxwazin ku ji van yekan bibin û ev ji dest wan biçe û got ku eek Turkiyeyê me jî gaveke ku zirarê bide van têkiliyan neavêt û navêjin jî.

Serokomar Erdogan diyar kir duh li Bakuya paytextê Azerbeycanê bûne şirîkê kêfxweşiya serfiraziya xwîşk û birayên xwe û wiha got: "Em ê di vê mijarê da nirxandinên xwe yên berfireh hefteya pêş di Civîna Wezîran da bikin û bi miletê xwe ra jî parve bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE