Tunceli di turîzmê da pêşva diçe

Tunceliya di salên dawîn da bi xizmetên tên kirin derdikeve pêş bi tebîeta xwe ya xweş jî di warê turîzmê da pêşva diçe.

Tunceli di turîzmê da pêşva diçe

Tunceliya di salên dawîn da bi xizmetên tên kirin derdikeve pêş bi tebîeta xwe ya xweş jî di warê turîzmê da pêşva diçe.

Tuncelî ji xeynî berhemên xwe yên dîrokî bi tebîeta xwe jî mîna bihuşta li ser rûyê erdê ye û bi Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ku di sala 1971î da bû parka neteweyî, Kaniyên Munzurê û Geliyê Pulumurê eleqeyeke mezin dibîne.

Li qeraxên çemên Pulumur û Munzurê plajên ber çêm hatine avakirin û bi îskeleyên li ber Gola Bendavê ya Uzunçayirê Tuncelî mîna beldeyeke betlaneyê ye.

Li Tunceliya ku ji terorê hat paqijkirin û aram bûye Şampiyoniya Raftîngê ya Tirkiyeyê, Şampiyoniya Akrobasî û Pereşûta Berpalê ya Tirkiyeyê, Şampiyoniya Flyboard û Jeta Avê ya Tirkiyeyê û bi beşdariya werzîşvanên ji 20 welatî Şampiyoniya Dinyayê ya Raftîng R4ê tê lidarxistin.

Li Tunceliya ku organîzasyonên neteweyî û navneteweyî tên lidaxistin êdî di ciyê terorê da bi werzîşên tebîet û avê tê behskirin.

Di çarçoveya Projeya Pêşvabirina Binesaziya Werzîşên Tebîetê ya Tunceliyê ku Ajansa Pêşketinê ya Firatê piştgirî dide û Tuncay Sorelê Waliyê Tunceliyê da destpêkirin li ber qeraxê Çemê Munzurê li Navenda Werzîşê Avê ya Qaymeqamê Şehîd Muhammet Fatîh Safîturk werzîşvanên curbecur ji bona navenda ziplînê, tûrên bisqilêtê, raftîng û navenda kanoyê tên.

Ji welatiyan Îlkay Bilgîçê serdana Tunceliyê kir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Tunceliyê mereq kiriye û 2 roj berê ji Stenbolê hatiye û li navçeya Ovacikê çûye serdana Kaniyên Munzurê.

 Avşîn Evrena ji Îzmirê hat jî destnîşan kir ji tebîeta bajêr zehf hez kiriye.AA

Dîroka nûkirinê: 10 Tîrmeh 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE