Tunceli di turîzmê de bi pêş ketiye

Li ser Çemê Munzirê keştî, şikef diçin û tên, motorên lezê sorfê dikin

Tunceli di turîzmê de bi pêş ketiye

Êdî dema ku behsa Dêrsimê tê kirin sporên avê tê bîra mirov. Her wiha di turîzmê de jî gelekî bi pêş ketiye. Li Gola Bendava Uzunçayirê bi şikefê tur tên organîzekirin. Her wiha sporvan bi paraşûta kendalê li ser Çemê Munzirê dikarin bifirin jî.

Çemê Munzirê bi xweşikî û xwezaya gelekî balê dikşîne.

Li ser çem bi gondol û şikefan tûr tên organîzekirin, yên ku li dû adrenalînê ne jî bi motora lezê sorfê dikin.

Dêrsima ku bi sporên avê balê dikşîne , di turîzmê de jî gelek pêş ketiye.

Rûyê bajêr bi hin guhartinên piçûk ji serî heta binî hat nûkirin.

Waliyê Tunceliyê Tuncay Sonel got ‘’Me hin tiştên Gola Bendava Uzunçayırê ku li ser riya Çemê Munzir û Pulumurê ye guhertin û kir ku bibe wek Behra Spî û Egeyê. Li vê derê sporên avê û yên xwezayê tên kirin.’’

Li ser Gola Bendavê ya Uzunçayırê şikef diçin û tên.

Riyên meşê yên ji exşabê û cihên sporê, ji xeynî gelê herêmê gelek bala turîstan jî dikşîne.

Min bi rastî gelek ji vê derê hez kir, Xwedê kir ku ez hatim vê derê.

Dêrsim ji bo hezkirên xwezayê cihekî pir balkêş e.

Sporvan bi çetirê ji ser Çemê Munzirê derbas dibin û li xweşikiya xwezayê temaşe dikin.

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE