Tunela Heskîf û Gerçuşê girêde hev

"Bi saya tunelê hatin û çûna wesayîtan ya di navbera Mêrdîn, Heskîf û Batmanê wê bikonfor û hêsantir be"

Tunela Heskîf û Gerçuşê girêde hev

Li Batmanê di navbera Heskîf û Gercuşê da tuneleke dirêjiya wê 1230 mêtroye dirêj tê çêkirin. 

Ji ber xebatên Bendava Ilisuyê û HESê navçe wê di bin avê da bimîne. Ji ber vê yekê jî heta niha gelek berhemên qedîm ji cihên wan hatin barkirin û neqilkirine Qada Parkê ya Çandî. 

Di vê çarçoveyê da li herêmê gelek rêyên alternatîf û pir tên çêkirin. Ji wan yek jî projeye "Tunela Heskîfê" ye. "Tunela Heskîfê" di navbera Heskîf û Gercuşê da li nêzî gundê Uçyolê tê çêkirin. Li gor pîlanê tunel 1230 mêtro dirêj be û bihayê wê jî 30 milyon lîre bigire. 

Qaymeqamê Heskîfê Haluk Koç daxuyani da nûçegihanê AAyê û got ku xebatên tunelê wê 4 meh dewam bike û wiha axivî: 

"Li xaçerêya Uçyolê niha du tunelên me hene. Yek 605 mêtro û ya din jî 625 mêtro dirêj e. Xebatên çêkirina tunele nû hê dewam dike. Bihayê tunelê wê 30 milyon lîre bigire. Niha li tunelê xebatên asfaltkirinê qediyan. Paşê her du tunel wê bigihînin hev tunel wê bibe yek. Piştî proje bitemamî qediya di navbera her du navçeyan de tuneleke 37 kîlometre dirêj wê derkeve holê. Bi saya tunelê hatin û çûna wesayîtan ya di navbera Mêrdîn, Heskîf û Batmanê wê bikonfor û hêsantir be."

Dîroka nûkirinê: 28 Hezîran 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE