Tunelên di bin Keleha Dîrokî ya Gaziantepê da dê ji bo turîzmê bên vekirin

Bi hevkariya Buroyên Sepan û Kontrolê yên Şaredariya Bajarê Mezin û Midûriyeta Muzeya Gaziantepê va par xebat hat destpêkirin ku tunelên di bin Keleha Dîrokî ya Gaziantepê da bên paqijkirin û vekirin.

Tunelên di bin Keleha Dîrokî ya Gaziantepê da dê ji bo turîzmê bên vekirin

Li Gaziantepa ku bi avahiyên xwe yên dîrokî û ciyên xwe yên turîstîk va her sal bi hezaran turîstan diezimîne, hewl tê dayîn ku tunelên di bin keleha dîrokî da bên vekirin da ku turîst di seredana xwe ya li vî bajarî atmosfereke cuda bibînin.

Bi hevkariya Buroyên Sepan û Kontrolê yên Şaredariya Bajarê Mezin û Midûriyeta Muzeya Gaziantepê va par xebat hat destpêkirin ku tunelên di bin Keleha Dîrokî ya Gaziantepê da bên paqijkirin û vekirin.

Piştî xebata qadê û lêkolînan, ekîba arkeolog û pisporan bi xebateke hesas va xwelî, kevir û heriya tê da derxistin derva û beşeke tunelê derxistin holê.

Di vê çarçoveyê da tunel hatin ronîkirin û tedbîrên ewlekariyê hatin sitandin.

Arkeolog û berpirsê xebatê Ali Korkmaz diyar kir ku keleha dîrokî yek ji avahiyên herî kevn ên bajêr in.

Korkmaz bal kişand ku keleh di nava demê da ketiye destê gelek împaratorî û mîrnişîniyan û lewma jî bi xebatên têkûzkirinê yên di van serdeman va guhertin di kelehê da çêbûne û wiha dewam kir, "Em wisa difikirin, tunelên kelehê serdema Memlûkiyan li hemberî rîska êrîş û dagirkirinê ji bo revê û pêwîstiyan hatine çêkirin."

Korkmaz diyar kir, ji bo ku di warê turîzmê da sûd ji tunelan bê wergirtin, 8 meh e xebat didomin û hedefa wan jî ew e ku îsal ev xebat kuta bibin û ji bo turîzmê bên vekirin.

Korkmaz destnîşan kir ku tunel di warê turîzma binerd da pir girîng in û wiha axivî, "Lewra em dixwazin turîstan derxin rêwîtiyeke demê. Li vê derê şopên Roma, Memlûkî û Osmanî dê bên dîtin. Ev jî ji bo me pir girîng e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE