"Tunisê feydeyê bide hewldanên ji bona li Libyayê îstiqrar pêk were"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ez bawer dikim ku Tunisê feydeyeke mezin bide hewldanên ji bona li Libyayê îstiqrar pêk were."

"Tunisê feydeyê bide hewldanên ji bona li Libyayê îstiqrar pêk were"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ez bawer dikim ku Tunisê feydeyeke mezin bide hewldanên ji bona li Libyayê îstiqrar pêk were."

Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya li Tunisê da bi Serokomarê Tunisê Qeys Seîd ra daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş li dar xist û der barê hevdîtinê da wiha got: "Me gavên ji bona li Libyayê agirbest pêk were û vegerin pêvajoya siyasî bên avêtin û hevkariya ku em dikarin bikin gotûbêj kir."

Serokomar Erdogan diyar kir geşedanên neyînî yên li Libyayê tenê li Libyayê namînin û wiha got: "Di serî da Tûnis di heman demê da aciziyeke mezin dide dewletên cînar jî."

Erdogan got ku ez bawer dikim ku Tunisê feydeyeke mezin bide hewldanên ji bona li Libyayê îstiqrar pêk were.

Serokomar Erdogan der heqê mijara ji bo Libyayê şandina eskeran da wiha axivî: "Em heta niha bêyî destûr neçûne tu derekê. Heger daxwaz hebe helbet em ê binirxînin."

Erdogan der barê mutebeqeta bi Libyayê ra hat îmzekirin da diyar kir ji Meclisê metna mutebeqetê û peyman jî derbas bûn û got ku em ê pêvajoyê ji vir û pê da jî bi vî awayî bidomînin.

Serokomar Erdogan ji bona mutebeqeta bi Libyayê ra got ku li vir bi tu awayî gotina Yewnanistanê derbas nabe.

Erdogan diyar kir li Libyayê bi Serrac ra hereket dikin ku ji hêla navneteweyî va meşrû ye û wiha got: "Wesfekî Hefter yê wiha tuneye. Em xwîşk û birayên xwe yên Libyayî bi wan nedin pelçiqandin."

Serokomar Erdogan di berdewamiyê da ji bona rewşa li Libyayê wiha peyivî: "5 hezar kesên ji Sûdanê û 2 hezar kesên wek Wagner ji Rûsyayê hatine bi çi sifetî hatine Libyayê, çi karê wan heye û têkiliya wan bi kê ra heye?"AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE