Turîzma li Amedê di betlaneya cejna qurbanê de zêde bû. Welatiyên ku di cejnê de 9 roj betlane kirin, ji bo geşt, ger û dîtina cihên dîrokî berê xwe dan bajarê qedîm Diyarbekirê.
Li aliyekî aramiya li bajêr, li aliyê din jî betlaneya 9 rojî ya Cejna Qurbanê. Bi hezaran turîstên ku dixwestin bajarê qedîm û cih û warên dîrokî bibînin, berê xwe dan Amedê.
Turîstên bi taybetî jî li navçeya Sûrê di serî de Mizgefta Hz. Suleyman li gelek deverên dîrokî geriyan.
Di cejnê de di serî de Hewlêr û Dihok ji Herêma Kurdên Iraqê jî gelek turist hatin Amedê.