TurkAkima xeta boriyê ya xaza siruştî vedibe

TurkAkima xeta boriyê ya xaza siruştî ku wê xaza siruştî ya Rusyayê bîne Türkiyeyê û li ser Türkiyeyê ra bişîne Avrupayê, wê îro li İstanbulê bi merasimê va were vekirin

TurkAkima xeta boriyê ya xaza siruştî vedibe

TurkAkima xeta boriyê ya xaza siruştî ku wê xaza siruştî ya Rusyayê bîne Türkiyeyê û li ser Türkiyeyê ra bişîne Avrupayê, wê îro li İstanbulê bi merasimê va were vekirin.

Merasim wê li Navenda Kongreyê ya Halîçê were lidarxistin, Serok Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Federasyona Rusyayê Vladimir Putîn, Serokkomarê Komara Sırbistanê Aleksandar Vuçiç û Serokwezîrê Komar Bulgaristanê Boyko Borisov wê beşdarî merasimê bibin.

Xeta boriyê di 31ê berfanbarê da ji bo vekirina xazê hat amadekirin.

TukAkim ji Anapaya bajarê Rusyayê dest pê dike, heta Kiyikoy Kirklareliyê tê û 935 kîlomêtro dirêj e. Ji du xetan pêk tê û înşeata wê kuta bû. Îstgeha Kompresorê ya Russkayayê ya li Anapayê û Termînala wê ya Kiyikoyê jî kuta bû.

Xaza Rusyayê wê rasterast ji vê xetê ra were Türkiyeyê û di 31ê berfanbarê da ji bo vekirina xazê hat amadekirin.

Ji xeta yekemîn ra xaz wê were Türkiyeyê, ji xeta duyemîn ra jî xazê here Avrupayê.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Çile 2020, 11:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE