Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Di heyameke ku dijminatiya antîsemîtîzmê, Îslamê û biyaniyan wek webayê belav bûye da Turkiye bi çanda xwe ya xweşbîniyê ya bêsînor û kevneşopiya xwe ya cudahiyan dewlemend dibîne va ji hemû dinyayê ra mînaktiya xwe wê bidomîne."
Erdogan ji bo Cejna Hanukayê peyamek weşand û cejna hemû welatiyên Musewî pîroz kir.
Serokomar Erdogan anî ziman ew giringiyê didin vê yekê ku li Turkiyeyê her kes li gor bawerî û kevneşopiyên xwe azad bijîn, di 18 salên dawîn da wan sînorên van azadiyan berfirehtir kiriye, bawerî, îbadet û azadiya wîcdanê bi hin gavan va parastiye.
Erdogan di peyama xwe da wiha got: "Me welatê xwe gihand asteke tu kes ji ber bawerî, cil û berg û fikrên xwe nayê cudakirin û emê vê rewşê xurttir bikin. Di heyameke ku dijminatiya antîsemîtîzmê, Îslamê û biyaniyan wek webayê belav bûye da Turkiye bi çanda xwe ya xweşbîniyê ya bêsînor û kevneşopiya xwe ya cudahiyan dewlemend dibîne va ji hemû dinyayê ra mînaktiya xwe wê bidomîne. Ez Cejna Hanukayê ya welatiyên me yên Musewî yên ku perçeyek civaka me ne û nayên veqetandin di serî da ya hemû Musewiyan pîroz dikim. Ji wan ra silametiyê dixwazim."
AA