"Turkiye çi qas ji rojevên bêkêr dûr dikeve ew qas xurt dibe"

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Emanetê ku Ertugrul Xazî bingeha wê li ser van axan danî û milletê me piştî esran heta vê rojê derxist, bi destûra Xwedê em biryardar in ku bi awayê pêşxistî em teslîm nifşên dû xwe bikin"

"Turkiye çi qas ji rojevên bêkêr dûr dikeve ew qas xurt dibe"

Serok Recep Tayyîp Erdogan diyar kir Turkiye çi qas ji rojevên bêkêr dûr dikeve, çi qas pireya xwe ya navbera duh û îro xurt dike, mezin dibe, pêş dikeve, hêzdar dibe û ragihand ku pergala rêvebirinê ya nû wê di vê mijarê da bibe mîlad.

Serok Erdogan ji bo 737emîn Mihrîcana Bibîranîna Ertugrul Xazî û Yorukan a Sogutê peyam weşand.

Erdogan diyar kir ku îro careke din li Sogutê serdarê Alperenan Ertugrul Xazî tê bibîranîn û wiha dewam kir:

"Têkoşîna Ertugrul Xazî mînaka herî berbiçav e û dide nîşan ku miletê me bibe yek, bi hev ra be û bibe bira bê ka dikare çawa serkeftî bibe."

Erdogan diyar kir ku ecdadê me ne ku bi xerabkirin û talankirinê va, bi çêkirin û înşakirinê va medeniyet ava kirine û wiha dewam kir:

"Îro wek Turkiye em jî di heman rêyê da diçin. Hewce bike em li welatê xwe, li herêma xwe û li dinyayê ji bo ewlehî, hizûr, refah, paşeroja hemû birayên xwe şev û roj dixebitin. Emanetê ku Ertugrul Xazî bingeha wê li ser van axan danî û milletê me piştî esran heta vê rojê derxist, bi destûra Xwedê em biryardar in ku bi awayê pêşxistî em teslîm nifşên dû xwe bikin. Lingekî me yê li ser axa me be, lingê me yê din jî wê siyaset, aborî û çanda me li herêm û dinyayê neqiş bike û bigere."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 îlon 2018, 10:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE