"Türkiye dê bi ber dewamî piştevanê gelê Çadê be"

Serok Erdogan sersaxî li Serokê Konseya Eskerî ya Berwext a Çadê Itno kir

"Türkiye dê bi ber dewamî piştevanê gelê Çadê be"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi peywendiyeke telefonê bi boneya wefata Serokomarê Çadê Idrîs Deby Itno sersaxî li kurê wî Mahamat Idrîs Deby Itnoyê Serokê Konseya Eskerî ya Berwext a Çadê kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di peywendiyê de Serokomar Erdogan xemgîniya xwe ji ber wefata Itno anî ziman. Herwiha sersaxî li malbat a rehmetî û gelê Çadê kir.

Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku Itnoyê rehmetî gelek tişt xistibûn ser têkiliyên dostane û birayetiya di navbera Türkiye û Çadê de. Türkiye her wekî di serdema tengasiyê de kir, dê bi ber dewamî piştevanê gelê Çadê be.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE