Serok Erdogan: "Türkiye dewleteke hêzdar e ku di NATOyê da di nav 5 dewletên ewil da ye."
"(Civîna NATOyê) Bi vê wesîleyê em ê bi birêz Bîden ra pêwendiyên Türkiye û Amerîkayê gotûbêj bikin."
"Ez ê bi Îlham Eliyevê birayê xwe ra li Şûşayê bicivim û li Şûşayê wek du dewlet em ê peymanekê îmze bikin. Ev wê di navbera Türkiye-Azerbaycanê da peymaneke berfireh be."
"(Hevdîtina bi Macron ra) Em ê bi giranî pêwendiyên Türkiye û Fransayê yên erênî û neyînî gotûbêj bikin."
"Niha gihîştiye 32 milyonî (aşîkirin). Ji hêla din va jî aşiyên me tên."
"Înşellah wê demildest pêngaveke turîzm û turîstan dest pê bike."
"(Mayînên ku Ermenistan bi cî dike) Bi taybetî ji bona mayînan em ê ji kesên ku agahdar ra bibêjin, 'Werin desteka hewcedar bidin û em pêşiyê vî karî çareser bikin'."
AA