"Turkiye di mijara tov da xwemalî û neteweyî ye"

"Ji bo kesên di mijara teqlîd û tevîhevkirinê da, em cezayên herî giran hildin hewl didin"

"Turkiye di mijara tov da xwemalî û neteweyî ye"

Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemirlî der heqê kesên ku xwarin û xurekên ji bo siheta xelkê zirar in, çêdikin da got: "Em ji bona ku cezayên herî giran hildin, hewl didin."

Wezîr Pakdemirlî bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û der heqê mijarên di rojevê da cih digirin daxuyanî da û bersiva pirsên dihatin meraqkirin da.

Ji bo belgeyên nû yên ku di mijara îdxalkirina heywanên zindî da lazim dikin Wezîr agahî da û got: "Îdxalkirina goşt di sala 2018an da 55 hezar û 752 ton, di sala 2019an da 5 hezar û 37 ton bû. Ji 26ê cotmeha sala 2019an vir va bo îdxalkirina heywanên zindî em belgeyên nû nadin."

Wezîr Pakdemirlî der barê îdiaya zeravê dixin nav donerê da jî ragihand ku wî bi kesên îdia avêt meydanê ra axivî û wiha pê da çû: "Min têlefonê serokê komeleya di nûçeyê da cih digirt, kir. Min jê ra got ku bibêjin 'Zerav li kê derê tê bikaranîn û em jî herin, kontrol bikin' Wî cihekî jî nîşan neda. Min jê ra got madem wisa ye 'te çima ev nûçe da çêkirin?' Wî jî got 'em li vê derê doner çêdikin bila milet bi xwe çêneke' Ev nûçeyeke li ser daxwazê hatiye çêkirin. Em li hemberî agahiyên wiha bêbingeh jî têdikoşin. Ji bo vê jî wê qanûnek bê derxistin. Kesê nikaribe li gorî kêfa xwe bibêje 'filan tiştî bixwin û bêvan tiştî nexwin' rê li vê wê bê girtin."

Di mijara xwarin, xurek û amûrên li serê teqlîd û tevîhevkirinê dikin da jî got: "Dema qezenc zêde be wiha dikin. Heta ji dest were em ê nehêlin ev kes ticaretê bikin."

Ji bo danîna şitlên nû jî Wezîr Pakdemirlî mizgînî da û wiha dewam kir: "Ji 11 milyon şitlên ku me tevlî welatiyên xwe çikandin ji sedî 95ên wan xwe girtin. Heta meha sermawezê tevlî welatiyên xwe em ê 82 milyon şitlên din jî deynin."

Dayînên piştevaniyê yên ji bo çandiniyê

Wezîr destnîşan kir ku di qada çandiniyê da ji hêla aborî va piştevanî dewam dike û wiha pê da çû: "Dayînên piştevaniyê ku bi tevahî ji 2 milyar û 384 milyon lireyî pêk tê bo kesên reqema dawiya nasnameya wan 0-2 ye, îro dest pê dike û ji bo kesên reqema dawiya nasnameya ji 4-6-8 in jî wê di 31ê Rêbendanê da dest pê bike."

Turkiye tovê xwemalî bikar tîne

Pakdemirlî diyar kir ku Turkiye di mijara tov da pêşketiye û wiha domand: "Welatê me pêwîstiya xwe ya tov ji sedî 96 bi tovê xwemalî hel dike. Turkiye di mijara tov da xwemalî û neteweyî ye."

Der barê xebatên ji bo traktora biceyran da jî got: "Me ceribandinên traktora biceyranê dixebite temam kir. Fabrîqe ji bona hilberînê tê amadekirin û em ê demildest dest bi çêkirinê bikin. Heta tîrmeh û tebaxê wê temam bibe." 

Ji bo hilberîna bipeyman jî Wezîr Pakdemirlî ragihand ku wê çareser bikin û wiha pê da çû: "Qanûna hilberîna bipeyman wê di demeke kurt da ji Meclisê derbas bibe. Divê em teqez çareser bikin û di demeke nêzik da lansmana me heye."

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2020, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE