"Türkiye her wekî duh sibê jî ligel Bosna-Hersekê ye"

Serokomar Erdogan silav da Bosna Hersekiyan û got ji bo bibîranîna Komkujiya Srebrenîtsayê û parvekirina êşan hatine li cem hev.

"Türkiye her wekî duh sibê jî ligel Bosna-Hersekê ye"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê Komkujiya Srebrenîtsayê da got "Em ê nehêlin ev lekeya reş a dîroka mirovahiyê û Ewropayê çi dibe bila bibe neyê jibîrkirin."

Erdogan vîdeo peyamek şand merasima bîranînê ya 26emîn salvegera Komkujiya Srebrenîtsayê ya li Bosna Hersekê.

Serokomar Erdogan silav da Bosna Hersekiyan û got ji bo bibîranîna Komkujiya Srebrenîtsayê û parvekirina êşan hatine li cem hev.

Erdogan şehîdan bi rehmetî bi bîr anî û sebir ji bo malbatên wan xwest.

- "Em ê nehêlin ev lekeya reş neyê jibîrkirin"

Erdogan got ewê êşa komkujiyê ji bîr nekin û wiha dewam kir: "Em ê nehêlin ev lekeya reş a dîroka mirovahiyê û Ewropayê çi dibe bila bibe neyê jibîrkirin. Der barê sûcdarê şer Ratko Mladîç da mehkemeya navneteweyî meha borî biryarek da, lê ev êşa komkujiyê kêm nake. Canê çûne paşve nayê, êşên ji dilan ra nabe melhem. Lê ji bo edaletê ev biryar û yên wek wê rê li ber van sûcan digire."

- "Tirkiye her wekî duh sibê jî ligel Bosna-Hersekê ye"

Serokomar Erdogan anî ziman aramiya Bosna Hersekê giring e û wiha axivî: "Îstiqrara her yek herêmeke di nav welêt da ji bo Bosna Hersekê, îstiqrara Bosna Hersekê jî ji bo Balqanan û hemû Ewropayê mecburî ye. Tirkiye her wekî duh kir wê îro jî sibê jî ligel Bosna-Hersekê û xwişk û birayên xwe yên Boşnak bibe. Bi van fikran va ez careke din dibêjim rehma Xwedê şehîdên me yên ezîz be. Xwedê êşeke wiha dîsa nîşanî me û we nede. Ez we bi rêz silav dikim. Emanetê Xwedê bin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE