Türkiye bi Biryara Serkomar a di Rojnameya Fermî da hat weşandin ji Peymana İstanbulê vekişiya.
Di biryara bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin da wiha hat gotin:
"Li gor xala 3yan a Biryarnameya Serokomariyê ya bi hejmara 9an biryar hat dayîn ku Peymana Konseya Ewropayê ya Pêşîlêbirîna Tundiya Nav Malbatê, Tundiya Dijî Jinan û Têkoşîna Dijî Van ji hêla Komara Türkiyeyê va hat fesixkirin. Peyman di dîroka 11/5/2011ê da hatibû îmzekirin û di 10/2/2012an da bi hejmara 2012/2816an a Lijneya Wezîran hatibû pesendkirin."AA