Türkiye li Sarıkamışê di "Rêya Şehîdan" da meşiya

Ji hundir û derveyê welêt kal, pîr û ciwan jî tev gelek welatî serê sibehê zû bi armanca beşdarî merasimên bîranîna ku bi drûşmeya "Li Pey Rêça Şehîdan" wê bihata kirin li Lutkeya Kizilçûbûkê hatin cem hev.

Türkiye li Sarıkamışê di "Rêya Şehîdan" da meşiya

Li Sariqamişa navçeya Qersê di çarçoveya merasimên bîranîna 107emîn a Tevgera Sariqamişê da meşa ku dest pê kiribû bi dawî bû.

Ji hundir û derveyê welêt kal, pîr û ciwan jî tev gelek welatî serê sibehê zû bi armanca beşdarî merasimên bîranîna ku bi drûşmeya "Li Pey Rêça Şehîdan" wê bihata kirin li Lutkeya Kizilçûbûkê hatin cem hev.

Ji navenda Qersê û navçeya Sariqamişê welatî bi otobusan çûn lûtkeyê û tevlî alayên Tirkiyeyê yên di dest xwe da li qada kombûnê hatin bal hev.

Tevgera Sariqamişê ji alî artêşa Osmanî bi fermandariya Enwer Paşa di şerê Cîhanê yê Yekemîn da bi armanca axa Ûris dagir kiriye rizgar bike, dabû destpêkirin di sala 107emîn da hat bibîranîn û welatiyan eleqeyeke mezin nîşan da.

Di bernameyê da Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezîrê Parastinê Hulusî Akar, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Musa Avsever, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal, Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz, Waliyê Qersê û Wekîlê Şaredarê Bajêr Turker Oksuz, fermandarên artêşê, parlementerên AK Partiyê yên Qersê Ahmet Arslan ve Yunus Kiliç, walî û şaredarên bajarên derdorê û gelek bajarên Tirkiyeyê û derveyê welêt kal, pîr û ciwan jî tev gelek welatî hatin û meşiyan.

Eskeran li çiyayên der û dora qada welatî lê civiyan alayên mezin ên Tirkiyeyê vekirin, ciwanên ji bo kal û kalkalikên xwe hatibûn jî bi hêzên ewlehiyê ra wênetên bîranînê kişandin.

Ji welatiyan komekî cil û bergên peritî yên eskerên berê li xwe kirin û li ser şalikên raxistin ser berfê nimêj kirin û şehîdan bi bîr anîn.

Ji aliyê din va ekîbên Heyva Sor li qada civandinê çagir vegirt û çay, şorbe û îkramên curbecur dan welatiyan.

- Bi hezaran kes piştî diayan meşiyan

Bi hezaran kes bi alayên Tirkiyeyê va li vê derê Qur'ana Pîroz xwend, tekbîr anîn, selewat xwendin û seba şehîdan dia kir û paşê di sermayê da ber bi Qada Merasimê ya Heyv-Stêrkê va dest bi meşê kirin û meşa wan bi dawî bû.

Beşdarvan piştî 4,5 kîlomêtreyî gihîştin  şehîdgehê û piştî xwendina Qur'ana Pîroz seba şehîdan dia kirin.

Di bernameyê da wê çelenk daynin ber Bîrdariya Ataturk, rêz wê were girtin. Serpelek wê der barê dîroka Herekata Sariqamîşê da wê agahiyan bide.

Tê payî ku Wezîr Kasapoglu, Akar û Yanik jî di çalakiya bîranînê da biaxivin, paşê Heyva Sor a Tirk wê xrarinê bide beşdarvanan.

Di dawiya çalakiyê da SOLOTURK wê li ser qada merasimê pêşandinê bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE