Turkiye û Rûsya li ser agirbesta li Îdlibê pêk hatin

Turkiye û Rûsya li ser wê yekê li hevkirin ku li seranserê xeta temasê ya li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê, hemî tevgerên eskerî dê ji 6ê adara 2020an seat 00.01ê şûn da bên rawestandin. Herdu welat herwiha li ser pêkanîna korîdoreke ewlehiyê di kûrahiyeke weke 6 km bakur û 6 km başûrê rêbeja M4ê de bê tesîskirin li hev hatin.

Piştî daxuyaniyên Serokê Komara Turkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Federasyona Rusyayê Vladimîr Pûtin, ji aliyê Wezîrên Karê Derve yên herdu welatan Mevlut Çavuşoglu û Sergey Lavrov ve, "Protokola Îlawe ya Muxtireya derbarê Îstiqrardarkirina Rewşa li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" ku herdu alî li ser pêk hatin, hat xwendin.

Li gorî protokolê Turkiye û Rûsya weke garantorên rejima agirbestê li Sûriyeyê, teahudên xwe yên bo serwerî, serbixweyî, yekîtî û yekparçeyiya Sûriyeyê dubare kirin.

Herdu aliyan herwiha  biryardariya xwe ji bo jiholêrakirina hwmû komên ku Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî wan weke terorîst pênase dike, dubare kirin. Ew yek jî qebûl kirin ku bi ti hawî hedefgirtina sivîlan nayê qebûlkirin.

Aliyan bal kişandin ser giringiya rêgirîkirina li xerabtirbûna qeyrana mirovî, parastina sivîlan, parastin û alîkariya hemî Sûriyeyiyên muhtac bê şert û merc û bê cudakarî, asankariya vegera penaberan bo welatê wan bi şêweyekî dilxwazî û di nava ewlehiyê de.

Herdu alî li ser van xalan mitabiq man:

"Li seranserê xeta temasê ya li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê, hemî tevgerên eskerî dê ji 6ê adara 2020an seat 00.01ê şûn da bên rawestandin.

Dê korîdoreke ewlehiyê di kûrahiyeke weke 6 km bakur û 6 km başûrê rêbeja M4ê de bê tesîskirin. Di nava 7 rojan de dê esasên wê ji aliyê Wezîrên Berevaniyê yê Komara Turkiyeyê û Federasyona Rûsyayê ve bên eşkerekirin.

Dewriyeyên Tirk û Rûs, 15ê adarê li ser rêbeja M4ê ji Trumbayê (rojavayê Seraqibê) heta Eyn Hewrê dê dest pê bikin."AA

Dîroka nûkirinê: 06 Adar 2020, 09:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE