Türkiye xizmetên xwe yên li Ezazê didomîne

Li navenda Ezaza Sûriyê pirtûkxaneyeke mezin hat vekirin

Türkiye  li herêma ezaza sûriyê xebatên xwe yên ji bo gelê herêmê bê navber didomîne. Di çarçoveya xebatan de li navenda Ezazê pirtûkxaneyeke mezin hat vekirin. Navê wê jî kirin ‘pirtûkxaneya qenciyê.’ di pirtûkxanetê de gelek pirtûkên bi kurdî, tirkî û erebî hene.

Türkiye li bakûrê Sûriyê di warê perwerdeyê de jîî gavên girîng diavêje.

Wezareta Perwerdeya Neteweyî ji bo li dibistanên Herêma Mertalê Firatê pirtûkxane bên çêkirin dest bi xebatê kir.

Wezareta Perwerdeyê di çarçoveya xebatan de bi piştgiriya hin komeleyên alîkariyê li navenda Ezazê pirtûkxaneyek vekir.

Navê wê jî hat danîn ‘Pirtûkxaneya qenciyê.

Ji bo vekirina pirtûkxaneyê merasîmek hat lidarxistin. Ji Türkiyeyê û herêma Mertalê Firatê hin rayedar beşdarî merasîmê bûn.

Di pirtûkxaneyê de gelek pirtûkên bi kurdî, Erebî û Tirkî hene.

Li herêma Mertalê Firatê û Şaxa Zeytûnê 805 dibistan hene. Tê plankirin li wan dibistanan jî pirtûkxane bên çêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE