Türkiye û Yewnanistanê li hev kir ku hevdîtinên îstikşafî werin kirin

Türkiye û Yewnanistanê li hev kir ku hevdîtinên îstikşafî werin kirin

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi Nikos Dendiasê hevkarê xwe yê Yewnan ra hevdîtin kir û ragihand ku mitabiq man ku di navbera herdu welatan da hevdîtinên îstikşafî werin kirin.

Çavuşoglu ji bo "Foruma Ewlehiyê ya Kurewî ya Bratîslavayê" li Slovakyayê ye li wê derê daxuyanî da mensûbên çapemeniyê.

Çavuşoglu diyar kir ku Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê Dendîas jî ji bo forumê li Bratslavayê ye û wan nêzî 25 deqîqeyan ser piya hevdîtin kir û wiha dewam kir, "Em di vê hevdîtina xwe da mitabiq man ku civînên îstikşafî û zêdekirina pêbaweriyê di pêvajoya pêş me da werin kirin."

Çavuşoglu ragihand ku Türkiye wê mazûvaniya van civînan bike û wê ji bo kifşkirina dîrokê bi Yewnanistanê ra biaxivin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE