Turkiyeyê alavên tibî şand Libnanê

Tîmên Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), Wezareta Tenduristiyê UMKEyê û yên Hîva Sor a Turkiyeyê piştî teqîna li Bendera Beyrûdê hatibûn Libnanê ku ew jî wê îro xebatên xwe biqedînin û bi vê balafirê va wê vegerin Turkiyeyê

Turkiyeyê alavên tibî şand Libnanê

Balafira Artêşa Turkiyeyê (TSK) ya ku tîpa wê A400M ye û alîkariya tibî ji Libnanê ra anî gihîşt paytext Beyrûdê.

Balyozê Turkiyeyê Hakan Çakil, Ateşeyê Eskerî yê Turkiyeyê yê Beyrûdê Albay Bayram Buyan, xebatkarên bazlyozxaneyê û rayedarên Libnanê li Balafirgeha Refîq Herîrî ya Navneteweyî balafirê pêşwazî kirin.

Tîmên Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), Wezareta Tenduristiyê UMKEyê û yên Hîva Sor a Turkiyeyê piştî teqîna li Bendera Beyrûdê hatibûn Libnanê ku ew jî wê îro xebatên xwe biqedînin û bi vê balafirê va wê vegerin Turkiyeyê 

Komeke ji 7 kesan pêk tê wê li xebatên lêgerîn û xilaskirinê bidomîne, yên mayî wê vegerin.

Piştî Teqînê jî Turkiyeyê bi balafireke kargoyê ya ku tîpa wê A400 e va melzemeyên alîkariyê şandibû Libnanê.

Gelek saziyên civakî yên sivîl ji Turkiyeyê hatibûn Beyrûdê ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê, rakirina enkazan û alîkariya mirovî bikin.

Serokatiya Ajansa Kordînasyona Hevkariya Tirkan (TÎKA) jî wê 400 ton genim wek alîkarî bişîne Libnanê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE