Turkiyeyê alîkariya Yemenê kir

Turkiyeyê li hemberî rewşa xerab a li Yemenê xwe kerr nekir

Turkiyeyê alîkariya Yemenê kir

Krîza mirovî ya li yemenê dewam dike. Bi milyonan însan ji ber nexweşîn, birçîbûn û şerê navxweyî li ber xwe dide. Tirkiye ji ber vê dramê bêdeng namîne. Heyva sor a tirkiyê ji bo alîkariya mirovî çû serdana Yemenê. Serokê giştî yê heyva sor kerem kinik bal kişan ku xelkê tirkiyê dê her tim li cem yemeniyan be.

Birçûbûn,

Nenxweşî û şerê navxweyî…

Li Yemenê krîza mirovî dewam dike.

22 milyon însan hewcedarê alîkarî û parastinê ye.

Tirkiye ji bo mirovên ku li ber mirinê ne bêdeng namîne.

Heyva Sor a Tirkiyê ji bo alîkariya mirovî çû serdana Yemenê.

Serokê Giştî yê Heyva Sor Kerem Kinik li bajarê Adenê ji rayedarên Yemenî derbarê alîkariyên mirovî de agahî wergirtin.

Kinik bal kişand ku dewleta Tirkiyê ji bo Yemeniyên ji mal û milkê xwe bûne çi hewce be dê bike.

Kinik got: Tirkiye bi miletê xwe ve, di serî de alîkariyên tenduristî û însanî her tim li bal Yemenê ye.

Alîkarê Serokwezîrê Yemenê Salîm el Hanbeşî kî pesna Heyva Sor a Tirkiyê da.

El Hanbeşî got: ji ber şerê navxweyî xelk dimre, birîndar dibe, zarok sêwî dimînin û jin dibin jinebî.

Ji bo alîkariyên Heyva Sor ku kêmasî û tengasiyên sivîlan safî bibin hatin kirin jî spas kir.

Tirkiye li Yemenê çalakiyên xwe didomîne ku ji ber şerê navxweyî û pevçûnan krîza mirovî roj bi roj girantir dibe.

Alîkarî bi hevkariya saziyên wek; TİKA, Heyva Sor a Tirkiyê û Weqfa Diyanetê tên şandin Yemenê.AA

Dîroka nûkirinê: 21 Kanûn 2018, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE