Turkiyeyê amûrên tibî yên alîkariyê ji Çadê ra şand

Bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va Wezareta Tenduristiyê amûrên tibî amade kir û li Balafirgeha Eskerî ya Etîmesgutê li teyareyê bar kir.

Turkiyeyê amûrên tibî yên alîkariyê ji Çadê ra şand

Turkiyeyê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da amûên alîkariyê şand Çada welatê Afrîkayê û teyare derkete rê.

Bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va Wezareta Tenduristiyê amûrên tibî amade kir û li Balafirgeha Eskerî ya Etîmesgutê li teyareyê bar kir.

Di nav amûrên tibî da ambulans jî hebû.

Li ser amûrên teyareyê bar kirin jî gotina Mewlana ya dibêje "Li pişt bêhêvîtiyê gelek hêvî hene. Li piştî tariyê tav heye." nivîsîn.

Wezareta Tenduristiyê ya Çadê diyar kiribû ku li welêt cara ewil di 29ê nîsanê da ji ber vîrusa koronayê meriv mirin.

Turkiyeyê berê jî amûrên tibî wekî alîkarî şandibû Amerîka, Îngiltere, Îspanya, Îtalya û welatên li Balqanan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE