"Türkiyeyê berpirsyariya xwe anî cih, dora gava berbiçav ya YEyê ye"

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat destnîşankirin ku di axaftinê da li ser mijarên herêmî û gavên pêşxistina têkiliyên Türkiyeyê -YEyê axivîn.

"Türkiyeyê berpirsyariya xwe anî cih, dora gava berbiçav ya YEyê ye"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Bi Ursula von der Leyena Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ra li ser têlefonê axivî.

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat destnîşankirin ku di axaftinê da li ser mijarên herêmî û gavên pêşxistina têkiliyên Türkiye -YEyê axivîn.

Erdogan diyar kir ku Türkiyeyê berpirsyariya xwe zêde zêde bi cî anî, niha dora YEyê ye ku gavên berbiçav biavêje, êdî dema wê hat ku bi Türkiyeyê ra rojevê erênî binirxîne.

Erdogan got dibê demildest, bêyî şert dest bi mizakereyên rojanekirina Yekîtiya Gumrikê bikin, dixwazin civînên diyalogê yên li ser têkoşîna dijî terorê, koçberiyê, karên navxweyî, guherîna avûhewayê, tenduristiyê bidin destpêkirin.

Erdogan got gelê Türkiyeyê demeke dirêj e li hêviyê ye ku serbestiya vîzeyê dest pê bike, dibê Mitebeqata 18ê Adarê bi hemû xalan were hêzdarkirin û were pêkanîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE