Türkiyeyê daxuyaniya Biden a li ser bûyerên 1915an şermezar kir

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat ragihandin, derbasdariya wan daxuyaniyan tuneye ku di miijara bûyerên 1915an da ne li gorî waqieyên dîrokî û hiqûqa navneteweyî ne.

Türkiyeyê daxuyaniya Biden a li ser bûyerên 1915an şermezar kir

Wezareta Karên Derva, bi gotina "Em daxuyanî û biryarên bi vî rengî yên ku bi saîqên siyasî va rastiyên dîrokî vajî dikin, red dikin û her wiha em yên ku di vê xeletiyê da pêkutiyê dikin şermezar dikin." va bertek nîşanî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden a li ser bûyerên 1915an.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat ragihandin, derbasdariya wan daxuyaniyan tuneye ku di miijara bûyerên 1915an da ne li gorî waqieyên dîrokî û hiqûqa navneteweyî ne.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin, beyana bextreş a Biden a ku dubareya xeletiya wî ya di sala 2021ê da ye jî di navê da ye û wiha hat gotin, "Em daxuyanî û biryarên bi vî rengî yên ku bi saîqên siyasî va rastiyên dîrokî vajî dikin, red dikin û her wiha em yên ku di vê xeletiyê da pêkutiyê dikin şermezar dikin."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, helwestên yekalî yên ku ji xeynî derxistina neyariyê ya ji dîrokî kêrî tiştekî din nayên, wek exlaqî bipirsgirêk in û wek siyasî jî meqsedên din di xwe da dihewînin û wiha hat gotin:

"Helwesta însanî û wijdanî wê yekê ferz dike ku bêyî cudahiya dînî û nijadî divê hemû êşên wê serdemê bên bibîranîn. Tirkiye, Ermenî jî di navê da êş û kula hemû nifûsê Osmanî bi rêzdarî bi bîr tîne. Em wan teşebusan red dikin ku dixwazin van êşan bikin amûrê siyasetê."

Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku Tirkiyeyê damezirandina Komîsyona Dîrokê ya Hevpar pêşniyaz kir û arşîvên xwe vekirin.

Di daxuyaniyê her wisa wiha hat gotin, "Tirkiye hewl dide ku li herêma wê û li dinyayê aştî û îstiqrar hakim bibe û ji bo vê jî dixwaze ruhê hevkariyê derkeve pêş. Hewldana asayîbûnê ya ku digel Ermenistanê hat destpêkirin jî encameke din a vê têgihîştinê ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE