Türkiyeyê ji 2011an vir va 9 hezar şervanên terorîst ên biyanî dersînor kir

Türkiyeyê ji 2011an vir va 9 hezar şervanên terorîst ên biyanî dersînor kir.

Türkiyeyê  ji 2011an vir va 9 hezar şervanên terorîst ên biyanî dersînor kir

Türkiyeyê ji 2011an vir va jê 1168 welatiyên Amerîka û Ewropayê ji 102 hemwelatiyên cuda tevahî 9 hezar şervanên terorîst ên biyanî dersînor kir.

Serokatiya Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Navxweyî daxuyand xebatên dersînorkirina şervanên terorîst ên biyanî yên ji bo ku beşdarî PKK/PYD û DEAŞa rêxistinên terorê bibin hatine dewam dikin.

Hat daxuyandin ji sala 2011an ya ku şerê navxweyî ya Sûriyeyê dest pê kir û vir va 9 hezar şervanên terorîst ên biyanî hatin dersînorkirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin bi 1109 kesan va rêza ewil welatiyên Ewropayê digire û 59 welatiyên Amerîkayê jî li dû wan tê.

Hat destnîşankirin ku di sala 2019an da ji 12 welatên Yekîtiya Ewropayê 126, di sala 2020î da ji 8 welatên Yekîtiya Ewropayê 95, di sala 2021ê da ji 8 welatên Yekîtiya Ewropayê 69 şervanên terorîst ên biyanî hatin dersînorkirin.

Di 7 mehên vê salê da jî ji 6 welatên Yekîtiya Ewropayê 20 şervanên terorîst ên biyanî hatin dersînorkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin li gor rêzê ji sala 2019an vir va herî zêde ji Fransa, Almanya, Hollanda, Belçîka, Finlandiya, Romanya, Swêd û Avusturyayê şervanên terorîst ên biyanî hatine dersînorkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE