Türkiyeyê ji bo failên êrîşa li Duhokê derkevin holê pêşniyara hevkariyê li Iraqê kir

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hat ragihandin ku di encama êrîşekê de ya li qeraxa çemekî Zaxoya navçeya Duhokê, li gorî tesbîtên berahî 8 kesan canê xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne. Ew bi vê gelekî xemgîn bûne.

Türkiyeyê ji bo failên êrîşa li Duhokê derkevin holê pêşniyara hevkariyê li Iraqê kir

Wezareta Karên Derve derbarê êrîşa li Zaxoya navçeya Duhoka bajarê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) got, "Bi van êrîşên bi vî hawî ku tên nirxandin karê rêxistina terorê ye, helwesta mafdar û biryardar a welatê me ya di warê têkoşana dijî terorê de, dikin armanc."

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hat ragihandin ku di encama êrîşekê de ya li qeraxa çemekî Zaxoya navçeya Duhokê, li gorî tesbîtên berahî 8 kesan canê xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne. Ew bi vê gelekî xemgîn bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku rehma Xwedê li qurbaniyên êrîşên be, herwiha sersaxî di serî de bi xizmên wan û gelê Iraqê digel hikûmeta Iraqê hatiye ragihandin. Ji bo birîndaran jî hêviya şîfayê hatiye xwestin.

Di daxuyaniyê de tekezî li wê yekê hat kirin ku Tirkiye hemî carê li dijî êrîşên li hember sivîlan disekine û wiha hat gotin:

"Tirkiye micadeleya xwe li dijî terorê li pabend bi hiqûqa navnetweyî, bi nîşandana hesasiyetê ya li hember sivîlan, binexaya sivîl, hebûnên dîrokî û çandî digel siruştê, dimeşîne. Rêxistina terorê ya ku mirovên bê guneh ji xwe re dike armanc, bi van êrîşên bi vî hawî ku tên nirxandin karê rêxistina terorê ye, helwesta mafdar û biryardar a welatê me ya di warê têkoşana dijî terorê de, dikin armanc.

Tirkiye ji bo rastî derkeve holê amade ye hemî cure gavan biavêje.

Em bangawaziyê li rayedarên Iraqê dikin ku di bin bandora rêxistina terorê de daxuyaniya nedin û ji bo eşkerekirina failên bûyerê, hevkariyê bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE