Turkiyeyê ji bo Iraqê alîkariya tibî şand

Alîkariya tibî ya Turkiye dide welatên nexweşiya Kovîd-19ê lê belav bû dewam dike.

Turkiyeyê ji bo Iraqê alîkariya tibî şand

Balafira amûrên alîkariya tibî ji bo Iraqa di tesîra vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da ma dibir ji balafirgeha li Ankarayê firêket.

Alîkariya tibî ya Turkiye dide welatên nexweşiya Kovîd-19ê lê belav bû dewam dike.

Li ser telîmata Serokmar Recep Tayyîp Erdogan ji bo piştgiriyê bidin têkoşîna Iraqê ya dijî Kovîd-19ê Tirkiyeyê cihazên bêhnhildanê, sîper, tulimên parastinê û berçavk şandin Iraqê.

Amûrên Wezareta Tenduristiyê amade kirin li Balafirgeha Eskerî ya Etîmesgutê barî A 400a balafira neqliyeyê ya artêşa Turkiyeyê kirin.

Li ser koliyên amûrên alîkariyê jî resmê forsa serokomariyê û bi Tirkî û Erebî gotina "Li pey bêhêvîtiyê hêvî hene. Li pey tariyê tav heye" cî girt.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE