Türkiyeyê ji bo Mihemedê biçûk çîmên protez temîn kir û dilê wî xweş kir

Xalit Misaytifê bavê Mihemedê biçûk: "Em îro vegeriyan Îdlibê û tedawiya ewil temam bû."

Türkiyeyê ji bo Mihemedê biçûk çîmên protez temîn kir û dilê wî xweş kir

Mihemedê biçûk ê 15 mehî ku ji Xwedê dayînê va çîmên wî tunene li ser telîmata Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji Îdliba bajarê Sûriyeyê anîn Tirkiyeyê, çîmên protez pê va kirin û ew vegeriyan Îdlibê.

Mihemedê biçûk di 1ê Îlonê da tevlî malbata wî anîn Enqereyê û piştî lêkolînan ji bo wî çîmên protez hatin amadekirin û ew êdî bi piya ket.

Ji Xwedê dayînê va çîm û milên Mihemedê 15 mehî tunene û ew bi armanca zêdetir zehmetiyê nekişîne bo wî çîmên protez hatin amadekirin û di bin çavdêriya saziyên eleqedar ên li Türkiyeyê da piştî pêvajoya adaptasayonê ya qasî 7 hefteyan dewam kir ew bi malbatê ji Türkiyeyê çûn û DÎdlibê.

- "Ez ji Birêz Emîne Erdoganê ra spas dikim"

Xalit Misaytifê bavê Mihemedê biçûk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Em îro vegeriyan Îdlibê û merheleya ewil a tedawiyê temam bû. Di rojên pêş da em ê careke din biçin Türkiyeyê. Ez ji hikûmeta Türkiyeyê ra, AFAD û Ajansa Anadoluyê ra ji ber alîkariyên wan gelek spas dikim. Di heman demê da ez ji Birêz Emîne Erdogan a ku di vê pêvajoyê da me kir mêvan û li mala xwe ezimand ra jî gelek spas dikim."

Misaytif got ku welatiyên Türkiyeyê wan gelek baş ezimandine û wiha pê da çû: "Ji bo ku Mihemed hînî çîmên xwe yên çêkirî bibe vê cota protezê li çîmên wî xistin. Di rojên pêş da înşeallah ew ê protezeke din a ku wê bikaribe li serê bimeşe wê bidin."

- "Êdî xwe mîna zarokên din dihesibîne"

Misaytif destnîşan kir ku êdî zarok tên û bi Mihemed ra dileyîzin û wiha dewam kir: "Ew êdî dikene. Xwe mîna zarokên din dihesibîne. Înşeallah tedawiya wî di demeke kurt da wê temam bibe û ew ê jî bikaribe bimeşe. AAyê dengê Mihemed da bihîstin."

- AAyê rewşa Mihemedê biçûk ragihand çar aliyê dinyayê

Ajansa Anadoluyê di rojên borî da rewşa Mihemedê 15 mehî yê ku ji Xwedê dayînê vir va mil û piyên wî tunene û li Îdliba bakurê rojavayê Sûriyeyê di nav şert û mercên zor da tevlî malbata xwe dijî li benda alîkariyê bû gihand çar aliyê dinyayê.

Li ser nûçeya AAyê Wezîrê Karên Navxweyî Soylu telîmat da ku bila sebiyê biçûk bînin Türkiyeyê û pê ra eleqedar bibin.

Bi telîmata Wezîr Soylu AFAD û Walîtiya Hatayê bi meseleyê ra eleqedar bûn û Mihemedê biçûk di 1ê Îlonê da derbasî Türkiyeyê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE