Turkiyeyê ji bona 46 dewletên din jî sefer qedexe kirin

Li gor daxuyaniya Wezareta Gihandin û Binesaziyê hat ragihand ji ber tevdîrên Kovîd-19ê îro ji saet 17.00an pê va ji bona 46 dewletên din jî wê sefer bên sekinandin û hejmara dewletên sefer tên sekinandin derdikeve 68an.

Turkiyeyê ji bona 46 dewletên din jî sefer qedexe kirin

Wezareta Gihandin û Binesaziyê ragihand ji ber tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) îro ji saet 17.00an pê va ji bona 46 dewletên din jî wê sefer bên sekinandin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Gihandin û Binesaziyê hat ragihand ji ber tevdîrên Kovîd-19ê îro ji saet 17.00an pê va ji bona 46 dewletên din jî wê sefer bên sekinandin û hejmara dewletên sefer tên sekinandin derdikeve 68an.

Ji ber ku Rûsya, Qeter û Libyayê jî biryara sekinandina seferan dane hejmara dewletên sefer çênabin 71 e.

Dewletên ji bona wan sefer nayên kirin ev in:

Almanya, Angola, Awistirya, Azerbeycan, Bangladeş, Belçîka, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Qraltiya Yekbûyî, Cezayir, Cîbutî, Çad, Çekya, Çîn, Danîmarka, Domînîk, Ekvator, Ekvatora Gîneyê, Fas, Peravên Diranê Fîlê, Filipîn, Finlandiya, Fransa, Guatemala, Koreya Başûr, Gurcistan, Hindistan, Hollanda, Iraq, Îran, Îrlanda, Îspanya, Swêd, Swîsre, Îtalya, Kamerun, Kanada, Qeredax, Qazaxistan, Kenya, KKTC, Kolombiya, Kosova, Kuweyt, Makedonyaya Bakur, Letonya, Libnan, Macaristan, Misir, Moxolistan, Moldova, Morîtanya, Nepal, Nijer, Norwêc, Ozbekistan, Panama, Peru, Polonya, Portekiz, Slovenya, Srî Lanka, Sûdan, Erebistana Siûdî, Tayvan, Tûnis, Ukrayna, Umman û Urdin.AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2020, 15:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE