Rêveberiya Iraqê diyar kir ku amûrên tibî yên ku Turkiyeyê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da şandibûn gihîştin welêt.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Iraqê da hat destnîşankirin ku kargoya kêmzêde milyonek amûrên wekî rûpêç, kincên parastinê, berçavkên parastinê û cerahî tê da bûn teslîm hat hildan.
Ji ber şerên bi salan dewam kir, bêîstiqrarî, gendelî û herî dawîn jî Kovîd-19ê sektora tenduristiyê li Iraqê hat asta xirabûnê.
Di serê tîrmehê da jî ji Turkiyeyê alîkariya amûrên tibî şandibûn Iraqê.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê li welêt ji ber Kovîd-19ê 3 hezar û 250 kes mirin, 79 hezar û 735 kes bi nexweşiyê ketin.AA