Türkiyeyê ji KKTCyê ra 20 hezar doz aşiya Kovîd-19ê şand

Türkiyeyê ji KKTCyê ra 20 hezar doz aşiya Kovîd-19ê şand

Türkiyeyê di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da ji Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC) ra 20 hezar doz aşiya Sînovacê şand.

Alî Pîlliyê Wezîrê Tenduristiyê yê KKTCyê di daxuyaniya nivîskî da wiha got: "Îro di saet 05.00ê sibê da Ji Komara Türkiyeyê bi teyareya ambulansa va 20 hezar doz aşiya Sînovacê hat welatê me."

Pîllî der barê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku pîlan dikin sibê û roja şemiyê dest bi aşikirinê bikin.

Pîllî wiha pê da çû: "Me ji bo aşîkirinê pîlana xwe çêkir, di gava ewil da em ê li 9 navendan dest pê bikin. Aşiyên ewil em ê li xebatkarên tenduristiyê û kesên ji 65 salî mezintir bixin. Paşê jî li gor pîlana aşîkirinê da ew ê hemû welatiyan aşî bikin. Em welatekî piçûk in, em ê bi hêsanê ji heqê vê derkevin. Me perwerdeya vê da, ji ber vê jî ji bo aşîkirin zor nîne."

Wezîr Pîllî ji ber piştgiriya dan KKTCyê ji Serokkomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristiyê ra sipar kir û got, "Türkiye wekî demên din di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da jî li cem me bû."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE