Türkiyeyê ji Îsraîlê xwest ku dev ji astengkirina hilbijartinên Filistînê berde

Wezareta Karên Derva diyar kir dixwazin hemû komên Filistînî ji bona lihevkirin û yekîtiyê hewl bidin û wiha hat gotin: "Em bang li hikûmeta Îsraîlê dikin ku hilbijartinên Filistînê zûtir bên kirin, li gor hikmên Peymana Demkî ya Osloyê ya 1995an tevbigere û dev ji helwesta xwe ya astengkirinê (li Qudsa Rojhilat) berde."

Türkiyeyê ji Îsraîlê xwest ku dev ji astengkirina hilbijartinên Filistînê berde

Wezareta Karên Derva bang li hikûmeta Îsraîlê kir ku ji bona hilbijartinên li Filistînê zûtir bên kirin li gor hikmên Peymana Demkî ya Osloyê ya 1995an tevbigere û dev ji helwesta xwe ya astengkirinê berde.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat diyarkirin bi beşdariya komên Filistînî di civîna duh hat kirin da biryar hatiye dayîn ku hilbijartinên parlamento û serokatiyê yên ku ji sala 2006an vir va cara ewil e wê bihatana kirin hatine betalkirin û ji ber vê biryarê xemgîn bûne.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ji bona komên Filistînî biryareke wiha hildan sedema serke ew e ku Îsraîlê bersiv nedaye rêvebiriya Filistînê ku bi taybetî li Qudsa Rojhilat hilbijartin bên kirin û destûr nedaye kampanyayên hilbijartinê.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin hêvî dikin taloqkirina hilbijartinan bandoreke neyînî li pêvajoya lihevkirina Filistîniyan neke ku ji bona Türkiyeyê zehf girîng e.

Wezareta Karên Derva diyar kir dixwazin hemû komên Filistînî ji bona lihevkirin û yekîtiyê hewl bidin û wiha hat gotin: "Em bang li hikûmeta Îsraîlê dikin ku hilbijartinên Filistînê zûtir bên kirin, li gor hikmên Peymana Demkî ya Osloyê ya 1995an tevbigere û dev ji helwesta xwe ya astengkirinê (li Qudsa Rojhilat) berde."

- Biryarnameya ji bona 15 sal bi şûn da li axa Filistînê hilbijartin bên kirin di meha Çileyê da hatibû îmzekirin

Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas biryarnameya ku wê 15 sal bi şûn da li axa Filistînê hilbijartin bihata kirin di 15ê Çileyê da îmze kiribû.

Li gorî biryarnameyê wê di 22yê Gulanê da parlamenter, di 31ê Tîrmehê da serokê dewletê û di 31ê Tebaxê da hilbijartinên Konseya Neteweyî ya Filistînê bihatana kirin.

Mehmûd Ebas destnîşan kiribû heta Îsraîl li Qudsa Rojhilat ya dagirkirî destûrê nede hilbijartinê wê hilbijartina parlementeran nekin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE