Turkiye li çar aliyê Iraq û Sûriyê alîkarîyê dide penaberan. Herî dawî heyva sor a Turkiyeyê li kampa Yahyaovayê koliyên xurekan da 500 malbatên hewcedar. Di koliyan de ji çay û şekir heta birincê gelek tişt hene. Ev xurek mehekê têra malbatekê dike.
Heyva Sor a Turkiyeyê li Iraqê alîkariyên xwe bênavber didomîne.
Heyva Sor herî dawî li Kampa Yahyaovaya Kerkûkê xurek da penaberan.
Di paketên alîkariyê de ji çay û şekir bigirin heta birincê gelek xurek hene.
Bi van xurekan malbateke mişext dikare mehekê îdare bike.
Serokê Delegasyona Iraqê Ya Heyva Sor Tahir Kahveci:Me îro li vê derê koliyên xurekan belav kirin. Di koliyan de xurekên wekî birinc, savar, miqirne, salçe, rûn, dem, şekir û xwê hene. Malbatek dikare mehekê bi van xurekan debara xwe bike.
Serokbajarê Kerkûkê yê ITCê Hüşam Bayraktar got, ”Alîkariyên ku Tirkiye ji gelê Iraq û Sûriyê re bi rê dike, tu welat nake.”
Serokbajarê Kerkûkê Yê ITCyê Hüşam Bayraktar: Bi rastî jî Komara Tirkiyê him li Iraqê, him jî li Sûriyê alîkarîya penaberan gelekî dike. Tiştên ku Turkiyeyê ji gelê Iraq û Sûriyê re dişine, tu welat naşînin.
Penaberên li vê kampê di sala 2014an de, ji ber zilma DEAŞê, ji Iyaziye û Tileferê hatin.