Tirkiyeyê êrîşa dijî mala Mistefa el-Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê şermezar kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da wiha hat gotin: "Em vê êrîşa terorê ya ku îro serê sibê dijî mala Mistefa el-Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê hat kirin bi tundî şermezar dikin. Em hêvî dikin berpirsyarên vê êrîşa tirsonek ya eşkere ye ku zirarê bide desthilatî û îstiqrara Iraqê bên tesbîtkirin û li ber edaletê hesabê bidin."
Li dijî mala Kazimî ya li Herêma Kesk a Bexdayê bi wesayîta esmanî ya bêmirov îro êrîş hatibû kirin û Serokwezîr Kazimî sax jê filitîbû.
AA