Türkiyeyê êrîşa li Yêmenê ku dijî endamên hikûmetê hat kirin şermezar kir

Wezareta Karên Derva der barê mijarê da daxuyanî weşand û wiha hat gotin: "Em wê êrîşa kîrêt a piştî danîna balafira li Balafirgeha Adenê ku endamên hikûmeta nû ya Yêmenê ya di bin serokatiya Serokwezîr Muîn Evdilmelîk da tê da bûn, hat kirin, awayek tund şermezar dikin."

Türkiyeyê êrîşa li Yêmenê ku dijî endamên hikûmetê hat kirin şermezar kir

 Türkiyeyê  êrîşa ku li Balafirgeha Adenê dijî endamên hikûmetê hat kirin, bi tundî şermezar kir.

Wezareta Karên Derva der barê mijarê da daxuyanî weşand û wiha hat gotin: "Em wê êrîşa kîrêt a piştî danîna balafira li Balafirgeha Adenê ku endamên hikûmeta nû ya Yêmenê ya di bin serokatiya Serokwezîr Muîn Evdilmelîk da tê da bûn, hat kirin, awayek tund şermezar dikin."

Di daxuyaniyê da ji bo kesên wefat kirina rehmet hat xwestin sersaxî dan gelê Yêmenê û ji bo birîndaran jî şîfa hat xwestin.

Balafira ku endamên lijneya wezîran tê da bûn li balafirgehê danî û di demeke kurt a pey wê da jî bi topên hewanê sê êrîş li ser balafirgehê hatin kirin û hatibû gotin ku paşê jî bi çekan gule hat berdan. Hatibû ragihandin piştî êrîşê li termînala balafirgehê teqîn çêbû.

Di êrîşê da tiştek bi endamên lijneya wezîran nehat lê hat gotin ku gelek mirî û birîndar hene.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE