Türkiyeyê êrîşa terorê ya ku li Nîjerê hat kirin, şermezar kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Derva hat dayîn, terorîstan di 2yê rêbendanê da êrîşa çekdarî bir ser gundên Tchombangou û Zaroumdareye yên nêzî sînorê Maliyê û di êrîşê da gelek kes hatin kuştin û û gelek kes birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em vê çalakiya terorê ya menfûr bi tundî şermezar dikin. Serê gel û hikûmeta Nîjera dost û bira sax be. Xwedê rehma xwe li kesên hatine kuştin, bike; Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne."
Hatibû ragihandin ku di 2yê rêbendanê da li ser sînorê Nîjer û Maliyê êrîşa terorê hatibû kirin û temamiya wan sivîl 56 kes hatibûn kuştin, 20 kes birîndar bûbûn.
AA