Türkiyeyê êrîşên Ermenistanê yên dijî Azerbeycanê şermezar kir

Türkiyeyê êrîşên Ermenistanê yên dijî Azerbeycanê şermezar kir

Ji ber ku hêzên Ermenistanê li ser eniya Ermenistan-Azerbeycanê êrîşî cî û warên sivîlan kir, Türkiyeyê Ermenistan bi gotinên "Em êrîşa Ermenî ya ku bi eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û bû sedema zayîata sivîlan, bi tundî şermezar dikin" va şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy bersiveke nivîskî da pirsa li ser  êrîşa ku îro serê sibê Ermenistanê dijî Azerbeycanê da destpêkirin.

Aksoy destnîşan kir, li gor agahiya ku hat ber destê wan Artêşa Ermenistanê îro serê sibê agirbest binpê kir û li ser xeta eniyê bi çekên giran artêşa Azerbeycanê, gundê Kapanliya ser rayona Terterê, Çirakli û gundê Ortakerbenta ser rayona Agdamê, gundên Alhamli û Şukrubeyliya ser rayona Fuzulî û gundê Çocukmercanliya ser rayona Cebraîlê gulebaran kir.

Aksoy got, "Em êrîşa Ermenî ku bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, bi tundî şermezar dikin.", daxuyand ku bi van êrîşan va Ermenistan li herêmê li pêşiya aştî û îstiqrarê astenga herî mezin e û ev cardin da nîşan.

Aksoy wiha dewam kir: "Azerbeycan ji bo ku gelê xwe û yekparetiya axa xwe biparêze, jixwe wê mafê xwe yê midafayê bi kar bîne. Di vê pêvajoyê da piştgiriya Türkiyeyê ji bo Azerbeycanê tam e. Azerbeycan çawa biwxwaze, em ê bi wî hawî ligel bin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE