Türkiyeyê êrîşên Ermenistanê yên dijî sivîlên li Azerbeycanê şermezar kir

Türkiyeyê êrîşên Ermenistanê yên dijî sivîlên li Azerbeycanê şermezar kir

Wezareta Karên Derva êrîşên Ermenistanê ku li Azerbaycanê dijî herêmên cî û warên sivîl didomîne bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da ji bona êrîşa li Tertera bajarê Azerbeycanê ku di dema merasima definkirina li ser merzelan da ji hêla Ermenistanê va hat kirin û 3 sivîl hatin kuştin û 5 sivîl birîndar bûn wiha hat gotin: "Em êrîşên Ermenistanê ku li Azerbeycanê dijî herêmên cî û warên sivîl didomîne bi tundî şermezar dikin."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin Ermenistan hê jî agirbesta însanî ku di 10ê Cotmehê da ji bona guherandina cinaze û dîlan hatibû îlankirin binpê dike û wiha hat gotin: "Yên ku ji mirovahiyê nesîbê xwe hilnedane destûrê nadin ku xwîşk û birayên me yên Azerbaycanî cinazeyên xwe jî veşêrin. Bi vê êrîşa xwe ya dawîn Ermenistanê cardin rûyê xwe yê ku ji nirxên însanî fehm nake û hiqûqa navneteweyî nas nake nîşanî hemû dinyayê daye. Hevkariya Türkiyeyê ya bi gelê qehreman yê Azerbeycanê ra daimî û tam e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE