Turkiyeyê seranserê şevê hedefên rejimê yên li Sûriyeyê dan ber bombeyan

Teyareyên bêmirov dîmenên bombebarandina bi ser hêzên rejimê da qeyd kirin.

Turkiyeyê seranserê şevê hedefên rejimê yên li Sûriyeyê dan ber bombeyan

 Hêzên Çekdarî yên Tirk piştî êrîşa hêzên rejimê yên li Îdlibê seranserê şevê hedefên rejima Esed ên li Sûriyeyê dan ber bombeyan.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan dîmenên dema bombebarandina bi ser hedefên rejimê da ji hêla teyareyên bêmirov (ÎHA) va hatin kişandin.

Di dîmenan da xuya dike ku karwanên wesayîtên bizirx ên rejimê, hêmanên tevdigerin, navendên wek baregeh û cebilxane tên emilandin çawa hatine berterefkirin.

Hedefên rejimê yên li Sûriyeyê ji hewayê va û bi topbarandina tankan va ji holê hatin rakirin.AA

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2020, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE