Turkîsh Cargoyê şêrên sîrkê bêpere bir Afrîkaya Başûr

Turkîsh Cargoyê çar şêrên bi navê "Luca", "Charlîe", "Kaî" û "Nathan" bêpere ji Kîevê birin Afrîkaya Başûr

Turkîsh Cargoyê şêrên sîrkê bêpere bir Afrîkaya Başûr

Turkîsh Cargoya ku xizmetê dibe 124 welatan sê şêrên mê yên bi navê "Luca", "Charlîe", "Kaî" û têjikeke şêran yê nêr ê bi navê "Nathan" ji Kîevê birin Afrîkaya Başûr.

Li gor daxuyaniya Mişawirtiya Çapemeniya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) ev şêrên bi navê "Luca", "Charlîe", "Kaî" û "Nathan" li Ukranyayê bi salan di nav qefesekê da ji tavê û hewaya paqij dûr ji bo sîrkê dihatin bikaranîn.

Saziyeke li gor rêbaza Organîzasyona Dinyayê ya Lawrence Anthony (LAEO) ya ku mafên hewyanan diparêze lêkolîn kiribû gihîşte van heywanan.

Piştî ku biryar hat dayîn ev heywan wê bên xilaskirin Turkîsh Cargoya THYyê bû sponsor ku wan bibe Afrîkaya Başûr.

Çend veterîner, kesên bi xwedîkirna şêran wezîfedar in, rayedarekî LAEOyê û rayaderekî Turkîsh Cargoyê av û xwarina şêran amade kirin û ew bi konteynereke taybet a Turkîsh Cargoyê va birin Afrîkaya Başûr ku wan berdin daristanên şîn.

Rayedaran şêr li Parka Xwezayê ya Kragga Kammayê berdan.

- "Wek Turkîsh Cargo emê bi xebatên taybet va xwezayê biparêzin"

Mişawirê Çapemeniya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) Yahya Ustun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Me 4 şêrên ku li Ukraynayê di qefeseke 35 mêtroqereyî da ji odeya sîrkê hatibûn xilaskirin gihande xwezaya bêsînor a Afrîkaya Başûr. Niha dem dema wan e ku ew azadiyê bijîn û kêfê bikin. Wek Turkîsh Cargo emê bi xebatên taybet va xwezayê biparêzin."

Xebatên Turkîsh Cargo û seferên wê li ser malpera "www.turkishcargo.com.tr"yê û li ser telefona "+90 850 333 0777"yê bi hurgilî tên vegotin.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 12:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE