Li Elcewaza navçeya Bidlîsê turîstê Ukraynayî ku ji bo meşa siruştî hilpaskî Çiyayê Sîpan bûbû û paşê winda bûbû, hat dîtin.
Turîstê Ukraynayî çû gundê Qişqiliyê yê li ser Beldeya Aydinlarê (Kazoxa) û li wê derê hilpaskî çiyê bû û winda bû. Ji bo dîtina turîst AFAD, cendirme, lêgerîn û xelaskirina ÎHHyê ya Bidlîsê û ekîbên AKUTê xebat da destpêkirin.
Li zozana gundê Sîpanê Jor şivanekî turîst dît.
Midûrê AFADa Bidlîsê Erdal Tunçtan daxuyanî da û diyar kir, wan li gundê Sîpanê jor turîstê winda dît.
Tunçtan diyar kir ku wan ekîb şand gund û wê turîst ji wê derê hildin û bibin nexweşxaneyê û wiha dewam kir, "Me xebatên lêgerînê bi dawî kirin. Ekîbên me li ser çiyê ne, em wan berhev dikin, em ê paşê dakevin jêr. Ez spasiya ekîbên ku beşdarî xebatên lêgerînê bûn, dikim."
Serokê Lêgerîn û Xelaskirinê ya ÎHHya Bidlîsê Abidîn Araboga jî got ku ji bo dîtina turîst wan piştgirî da xebatan û rewşa tenduristiya turîst baş e.AA