Turîstên biyanî herî zêde tên Stenbolê

Îsal di 5 mehên ewil de 5 milyon û nîv turîst hatin Îstanbulê

Turîstên biyanî herî zêde tên Stenbolê

Her sal zêdetir turîst tên Tirkiyê. Turîstên biyanî herî zêde jî tên Stenbolê. îsal di 5 mehên ewil de 5 milyon û nîv turîst hatin Stenbolê. hejmara tûrîstan ku diçin cihên dîrokî jî nêzî 900 hezarî ye. Turîstên ku berhemên dîrokî meraq dikin jî herî zêde diçin Dolmabahçeyê.

Turîzm piştgiriyeke mezin dide ekonomiya Tirkiyê.

Di 5 mehên ewil ên îsal de 5 milyon û nîv turîst hatin Stenbolê.

Li gorî par rêje ji sedî 11 zêde bû.

Piraniya wan jî Elman in.

Piştî Elmanan jî herî zêde Îranî û Rûs tên..

Serokatiya Îdareya Qesrên Neteweyî ya Serokkomariyê jî reqama mêvanan aşkere kir.

Di 6 mehên ewil ên 2019an de, ji bo dîtina berhemên dîrokî 8 sed û 44 hezar kes hatin.

Ji wan 469 hezar turîstên biyanî ne.

Li gorî reqamên berê, rêjeya turîstên biyanî ji sedî 53 zêde bû.

Cihê ku herî zêde tê meraqkirin jî Qesra Dolmabahçê ye. 6 sed û 11 hezar mêvan hatin wir.

Piştî wê turîst herî zêde diçin Qesra Beylerbeyî ye.

77 hezar turîst çûn Qesra Beylerbeyî ye.

47 hezar kes hatin Qesra İxlamurê. Qesra İxlamurê bi vê reqamê wekî par di rêza 3yemîn de ye.

Di nav van de gelek turîstên Asyayî jî hene.

Par milyonek û 430 hezar turîst hatibûn cihên dîrokî yên li Stenbolê

Dîroka nûkirinê: 05 Tîrmeh 2019, 17:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE