Piştî qedexeyên şewba vîrûsa koronayê hatin rakirin, li Mêrdînê hejmara turîstan zêde bû. Otelên bajêr ku ji sedî 20 tijî bûn niha ji sedî 70 tijî ne.
Di 1ê Tîrmehê de li seranserê welêt qedexeyên şewba koronayê hatin rakirin û tevdîrên şexsî dest pê kirin.
Li Mêrdînê jî piştî rakirina qedexeyan hejmara turîstan her ku diçe zêde dibe.
Li otelên bajêr rêjeya tijîbûnê daketibû heta ji sedî 20an.
Piştî ku qedexe hatin rakirin otel ji sedî 70 tijî bûn.
Kesên ku ji bajarên cuda hatin Mêrdînê kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Her sal ji navwelêt û derwelêt bi hezaran kes tên bajarê qedîm Mêrdînê û cihên ji hev xweşiktir dibînin.