Îtxalata petrolê di mijdarê ji sedî 3,8 kêm bû

Li gorî "Rapora Sektora Piyaseya Petrolê" ya Saziya Verastkirina Piyaseya Vejenê ya meha mijdarê, kirîna petrola xam ku di temamiya îtxalata petrolê ya Türkiyeyê da wekî qelema herî berfireh cih digire, ji sedî 3,8 kêm bû û bû 3 milyon û 574 hezar û 282 tonî.

Îtxalata petrolê di mijdarê ji sedî 3,8 kêm bû

Temamiya îtxalata petrolê ya Türkiyeyê ya meha mijdarê li gorî heman meha sala çûyî ji sedî 3,8 kêm bû û bû 3 milyon û 574 hezar û 282 tonî.

Li gorî "Rapora Sektora Piyaseya Petrolê" ya Saziya Verastkirina Piyaseya Vejenê ya meha mijdarê, kirîna petrola xam ku di temamiya îtxalata petrolê ya Türkiyeyê da wekî qelema herî berfireh cih digire, ji sedî 3,8 kêm bû û bû 3 milyon û 574 hezar û 282 tonî.

Di vê serdemê da herî zêde petrola xam bi 890 hezar û 463 tonan va ji Rûsyayê hat îtxalkirin, pey vê bi 746 hezar û 807 tonî va Iraq, bi 518 hezar û 88 tonî va jî Qazaxistan tên.

Di serdema navborî da îtxalata motorînê jî ji sedî 14,5 daket û bû 744 hezar û 174 tonî. 

Bi vî awayî temamiya îtxalata petrolê ya Türkiyeyê ya meha mijdarê li gorî heman meha sala çûyî ji sedî 3,8 kêm bû û bû 3 milyon û 574 hezar û 282 tonî.

Her wisa di vê serdemê da di piyaseya petrolê da îxracata giştî jî ji sedî 31,7 daket û berjêrî 693 hezar û 74 tonî bû.

- Di hilberîna berhemên petrolê da ji sedî 9,8 daketin

Hilberîna cureyên motorînê di mijdarê da li gorî heman meha sala çûyî ji sedî 14,2 rabû û derket milyonek û 490 hezar û 108 tonî, hilberîna cureyên benzînê jî ji sedî 11,6 daket û berjêrî 372 hezar û 645 tonî bû.

Hilberîna sotemeniya hewageriyê ji sedî 74 daket berjêrî 148 hezar û 644 tonî, ya deryavaniyê jî ji sedî 47,6 daket û berjêrî 47 hezar û 520 tonî bû.

Tevî cureyên din ên sotemeniyê, hilberîna berhemên petrolê yên rafînerî ji sedî 7,2 daket û berjêrî 2 milyon û 849 hezar û 206 tonî bû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE