Ukrayna: Di êrîşa dijî Lvîvê da 35 kes hatin kuştin

Ukrayna: Di êrîşa dijî Lvîvê da 35 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn

Ukrayna: Di êrîşa dijî Lvîvê da 35 kes hatin kuştin

Hat ragihandin, di êrîşa artêşa Ûris a dijî Navenda Parastina Aştiyê û Ewlekariyê ya Navneteweyî ya li bajarê Lvîvê yê Ukraynayê da 35 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn.

Waliyê Lvîvê Maksîm Kozîkckî diyar kir, di êrîşa fuzeyê ya artêşa Ûris da 35 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn.

Wezîrê Parastina Ukraynayê Oleksîî Reznîkov bertek nîşanî êrîşê da û wiha got:

"Ev êrîşeke terorê ya nû ye ku li nêzîkî sînorê YE-NATOyê li dijî aştî û ewlekariyê hat kirin. Ji bo rawestandina vê divê tedbîrên pêwîst bên sitandin. Asîman (ê Ukraynayê) bigirin."

Şaredariya Lvîvê ragihandibû, artêşa Ûris sibê zû bi 8 fuzeyan êrîşî Navenda Parastina Aştiyê û Ewlekariyê ya Navneteweyî kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE